17 Mart 2015 Salı

siya şevê

“Ji ber ku em ji ‘Zeng’ê nefilitîn lewma em ‘Pûç’ bûn.”

Hevpeyvîn bi Siya Şevê re
Hevpeyvîn: Îmad Bernas

pênGAV: Gotinên sitranên Siya Şevê gellek helbestîk in û ji aliye hestewariyê ve jî têr û tejî ne. Em bêjin ev helbestîkbûna we û ev hestyariya we ji çi ye, yanî bingeha vê muzîka we ji ku ye?

Siya Şevê: Di jiyana vê serdemê de ji hêla aborî ve ji hêla sosyalî ve û ji her alî ve li ser têkiliyên mirovan û bi taybetê jî şer, şer ê ku li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn diqewime. Ji bo wana çavekî ewqas tûj û an jî guhekî ku gellekî rind dibihise nelazime. Tenê mirov ji xwe re û ji derdorê xwe re hinekî objejtîf bibe û hinekî berpirsyarî binere wê her tiştî elenî û aşkere bibîne. Û hûn rabin qelem bigirin destê xwe van tiştana bikin stran, wê bi xwîn û can be yanî mirov tiştê ku dijî tiştê ku dibîne û tiştê ku dibihîze bê derew raxe ber xwe û li ser bifikire wê gavê ew ê bibe pêngavek herî mezin... Jixwe hunera baş ji bi vî rastiyê diafire.

pênGAV: Hûn çawa dikarin bi çavekî objektîf li van/wan bûyerên diqewimin binêrin? Ji ber ku medya ne medyayeke objektîfe û ev jî tesîrek e mezin li ser mirovan çêdike…

Siya Şevê: Tenê bi çavê wan nenêrin bes e û jixwe ew bi çavekî popilîst li wan/van bûyeran dinêrin û ev jî ji desthilatdariyê tê, lê tu li ser rastiya xwe lêbinêrî tu her tiştî dibînî ka çawaye…

pênGAV: Lê we got rastî gere ez bipirsim. Hûn di stranên xwe de dibêjin “şev derewe” “hez derewe” “barana derew dibare” “ala derewe” hwd. yanî her tişt li ser ‘derew’ekê ava bûye. Û em bêjin rastiya Siya Şevê çiye? Eger ewqas ‘derew’ li dor Siya Şevê hene Siya Şevê çi rastî dîtiye û afirandiye?

Siya Şevê: Ewqas ‘derew’ li cihekî kom bikin û şûnde ên ku di destê we de dimîne ew rastiya we ye. Ew jî çiye ew kesayetiya we ye... yanî kesayetiya we ya li ber şer çiye ya di jiyanê de çiye, ya li ber hezkirinê çiye, rastiya we jî ew e.

pênGAV: Belê em bên ser navê ‘Siya Şevê’ lê em nabêjin çima ‘Siya Şevê’; ji bo ku ‘sî’ hebe gere ronahî hebe, we di şevê de çi ronahî dîtiye?

Siya Şevê: Di şeve de, me hêj ronahî nedîtiye…

pênGAV: Lê hûn lê digerin…

Siya Şevê: Belê, em lê digerin…

pênGAV: Yanî ez nabêjim çima ‘Siya Şevê’ dibêjim şev tariye, reş e û ‘Siya Şevê’ li dû şopa çi ronahiyê ketiye di reş-tariya şevê de? Yanî şevê siyeke çawa heye, di reş-tariya şevê de we ‘sî’ çawa dît?

Siya Şevê: Yanî ji xencî tiştên li derdorê em dibînin, ji xencî tiştên li ber çav baş tê dîtin, di jiyana mirovan de tiştên zor û zihmêt, ewqas tiştên reş heyî, yanî tiştên ku paşde mayî; evana di jiyana mirovan de ji her tiştî zêdetir reş in. Vêca di jiyana mirovan û di ruhê mirovan de ewqase êş û kul û îşên zihmet hebe mirov bixwe dibe(in) siya şevê. Û em tiştên ku di jiyana miraovan de heyî lê yên ku nahên dîtin yên ku di tariya şevê de mayî yên ku herkes nabêje dixwazinku bidin xuyakirin. Hunera me pêtir li ser aliyên mirovan yên veşartî û herwiha li ser tiştên veşartiye.

pênGAV: Yanî di şevê de ronahî heye

Siya Şevê: Ne ronahî lê jixwe ronahiya şevê ji şevê reştire. Gava mirov vêya dît di hişê mirov de hin tişt baştir zelal dibin. Yanî mirov di şevê de baştir fam dike û va fam bun êşekî mezin tarîyekî mezin û hertişt zêde rîyekî dirêj vedike yanê zanebun eşa herî mezin bi xwere tîne . Vêca rola hunermendan jî di vir de dest pê dike hunermend nikare weke her kesê be. Eger ku hunermend be gere van rûyên veşartî yên di ‘siya şeve’ de mayî bide xuyakirin. Me jî xwest em wan/van tiştên veşatî bi rêya muzîkê bibêjin û biqêrin.



pênGAV: Belê em ji nav reş-tari-ronahiya şevê derbasî ser albûmên ‘Siya Şevê’ bibin. Albûma yekemîn ‘Zeng’ û albûma duyemîn ‘Pûç’.Em dibînin ku navên albûman jî weke navê ‘Siya Şevê’ ye navên cudane, ecêbin. Wek tarz, razberî, metafor; nav çima ‘Zeng’ û li dû wê çima ‘Pûç’?


Siya Şevê: Tiştên ku di ruhê me de di jiyana me de wek êş û kul û evîn û şer ewqas tûj bûne ku êdî me zengarî dikin. Û mirov çiqas xurt be jî nikare xwe li ber vê zengariyê bigire, yanî tiştê ku zeng digire çiqas saxlem be jî ji hev vediqede. Îro jiyana li Kurdistanê û em bixwe û mirovahiyê zeng girtiye.

pênGAV: Yanî jiyaneke zengarî heye

Siya Şevê: Belê, jiyaneke zengarî heye ji wê bonê me navê ‘Zeng’ li albûma yekem kir.

pênGAV: Û piştî ‘zeng’ê çima ‘pûç’? ‘Pûç’ xirabtire an jî ‘zeng’? Ez bêjim em ji ‘zeng’ê filitîn vêca ‘pûç’bûn an…

Siya Şevê: Na, ji ber ku em ji ‘Zeng’ê nefilitîn lewma em ‘Pûç’ bûn. Em hem zengarîne û em hem jî pûç in.

pênGAV: Zengarî û pûçatiya ku em ketine nav de bi asîmîlasyonê hertim zêde bûye û zêde dibe. Muzîka kurdî li dijî asîmîlasyonê roleke çawa lîstiye? Dilîze? Û dikare rolekî çawa bilîze?

Siya Şevê: Muzîka kurdî li dijî asîmîlasyonê zaten roleke mezin lîstiye û di siyaseta Kurdên bakûr de jî vê yekê îfadeya xwe dîtiye. Jixwe hunermend weke Aram Tîgran minakekî mezine hunermendên din û dengbêjan jî di heman rolê de cih girtine. Ew rol îro jî didome û jixwe wê bidome jî. Wejê jî eynî wusa jixwe wêje û muzîkê pevre hevûdu temam kirine û hevûdu temam dikin.

pênGAV: Muzîka Kurdî ya îro, li gor we, çawa ye? Başe? Ne başe? Çawa didome?

Siya Şevê: Em nikarim bêjin başe an jî nebaşe, ev ne heddê me yê lêbelê kême. Kêmasiya wê jî çawa bejim, kasî êşême mezine ... zanîngeha wê tunneye û konservatuareka wê tuneye û hwd.. Di hêla wêje yê de jî heman problem hene. Wêje û muzîka kurdî ji hevûdu ne cuda ne.

pênGAV: Belê, di aliyê perwerdehiyê de kêmasî pirin, raste, ev jî problemeke gellekî dijware û gere kurd van pirsgirêkan çareser bikin. Dizanim ku hûn karê albûma sêyemîn dikin û di albûma sêyemîn dikin û navê albüme jî ‘Bêyom’e piştî ‘Zeng û Pûç’ê nav çima ‘Bêyom’ û div ê albüme sêyemîn de em ê ‘ Siya Şevê’ yeke çawa guhdar bikin?



Em ketine jiyaneke bi her alî ve hatiye dorpêçkirin û em bi çi terzî nikarin weke xwe bijîn. Tiştên ku jiyana me dagir dikin, gellek zede û gellek jî dijwar in. Nasnameyeke me ya ku xwe bi zorê dide qebulkirin heye, ewa jî bêyomiyeke herî dijwar e. Di jiyana me de bêyomiyên me yên navxweyî gellekî zede û xurt bûne. Siya Şevê’yek çawa ; wê heman terza me bidome û albûma sêyemîn ji dê weke albûmên din tijî be bi ya me. Siya Şeve, rastiya xwe didomîne lê forma xwe hebekê guherandiye.

pênGAV: Em li bendê ne û gellek spas ji bo vê hevpeyvînê û gellek spas ji bo muzîka we ya ji nav jiyanên zengarî û pûçbûyî re derbas dibe û tê û li ser jiyanên zengarî û pûçbûyî re diqîre.
Kovara pênGAV, Hejmar 7


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder