28 Mart 2015 Cumartesi


Şener OZMEN: “Aya em çi bi zimanê xwe dikin? Baş e, me îspat kir ku bi vî zimanê ku digotin û me jî digot, tiştek pê dernayê, me romanên qerase nivîsandin. Lê, em bi tu awayî neketin rojeva wêjeya cîhanê. Heke ku me bi Tirkî, bi Erebî, bi Farisî, bi İngîlîzî yan bi Elmanî, yan jî bi Frensî, binivîsanda, dê derfet zêdetir bûna ne wisan? Ango, me yê dev ji hemû tiştên ku em kirine em, berdaya...’’

Hevpeyvîn: Îmad BERNAS
Şener Ozmen û xebata wî ya hunerî ya ji pûşîyê

Îmad Bernas: Tu berhemên xwe li gor çi bi nav dikî, romana te ya yekem ‘Rojnivîska Spinoza’ çima Spinoza lê ne yekî/a din? Û romana duyem ‘Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî’ çîrokek neqediyayî û pêşbazî, sebaba neqediyana çîrokê çi ye,? Û berhema ku ji kurteçîrokan pêktê çima ‘Keleh’? Û li gel vê wek nivîskarekî tu berhemên xwe (nivîskariya xwe) di bin kîjan kategoriyê de bi nav dikî?

Şener Ozmen: Nizanim bê ji kîjan pirsê dest pê bikim, lê divê, di nav vê geremola pêşangeha xwe ya takekesî ya ku ev salek e li ser dixebitim de, qet ne be ji cihekî “ewle” û “xewle” dest pê bikim û bajom...  wekî ku Heideggerî jî gotiye,“pirsîn, rê vekirinek e...”, ez jî gelek caran û ji bersivan bêhtir, pirsan diafirînim li der û dora xwe, belkî jî ev yeka han taybetmendiyeke vê qonaxê ye, vê qonaxa kulpêketî ya ku pirs, ji bersivan zêdetir bûne de û bi têra xwe jî balkêş e... Dizwazim, mînakek ji mêjûya hunera nûjen bidim, hinekî qala
Félix González-Torresê Kubayî (m.1996) ku navê gelek berhemên xwe (ji bilî çendekan)“Untitled-Bênavûnîşan” danîye, bikim. Torres, di berhemên xwe yên ku bi mînîmalîzmê, bi çalakiya polîtîk (aktîvîzma polîtîk) û hunera têgihînî (conseptual art) re têkilî hev kiriye de salname, gultên şekirî, saet, ampûl, portreyên zimannasiyê û sûretan (giştik metaforîk in) bi kar anî û kelûmelên wî yên bi vî rengî, jê girîngtir, pêwendiya wî ya ku bi kelûmelan re daniyî, ji hêla hin rexnegirên hunerî ve wek ezmûneke, yan jî sîtaveke piştî AIDSê hatibû nirxandin (Torres jî ji AIDSê mir) mesela “navdayîn”, “navlêkirin” yan “navnedayîn” û “navlênekirin”ê jî, bi helwêsta wî derket holê ku Torres, gelek caran peyva “Bênavûnîşan”ê di nav kevanê de bi cî dikir û bi dû vê peyvê re, tiştine din lê dikir, helbet pergala wî ya nivîsandinê biqestî bû, dixwest bi vî awayî ne bi tenê bala rexnegiran, lê ya zimannasan jî bikişîne ser xwe û ser êşa xwe. Tiştek (her çi be) çawan “bênavûnîşan” dibû? Û çima piştî bênavûnîşaniyê, hevokeke ku wê bênavûnîşaniyê bi bîra me dixist (çi ecêb?), dihat? Wî xwe ji hunermendekî bêhtir, wek amûrsazekî didît, amûrsazekî ku bîneran jî tevlî karê xwe dike. Li vir, yek; tevlîbûyîn, dudu; pêvajo, ev herdu mifte, di nirxandin yan jî nêzîktêdayînên li berhemên wî yên ku guherbar bûn û bi hebûna dem û bîneran, derbasî asteke din dibûn, mifteyên sereke bûn, loma Torres, mezintirîn amûrsaz e di mêjûya hunera nûjen de (îmana min ji vê peyva ‘nûjen’ê diçe!), wî tiştekî bênavûnîşan ava kir û hewceyî bi nav dayînê jî nedît! Û wêje, wêjekariya min, nivîskariya min, bê çendî bi van pirs û pirsgirêk û mijaran re têkildar e? Ez berhemên xwe –yên hunerî jî tê de– li gorî çi bi nav dikim?
Belê, yekem romana min ya bi navê Rojnivîska Spinozaya ku min di sala 2005’an de li Amedê dest bi nivîsandina hin beşên wê yên “sereke” kiribûn û di sala 2008’an de li Münihê–ji qewlê gorbihûşt Mihemed Uzunî ve li Munîxê– (ez wek nivîskar û hunermendekî navnetewîyî mêhvan çend mehek lê wê mabûm û ji bilî ger û nivîsandinê min tiştekî din nedikir) min dawî lê anîbû, ji xwendinên min yên li ser felsefeyê, bêhtir jî yên li ser rasyonalîstên sedsala hijdehemîn wek, Benedictus de Spinoza yan jî Bento d’Espiñoza, René Descartes û Gottfried Leibnizî, der çû bû. Ji van ramanweran jî, bi tenê Spinoza, bi şîrove û nêrînên xwe yên ku di Ethica’ya xwe de bi berfirehî şanî me dabû, bandorê li min kiribû. Ne ku min Spinoza nû kifş kiribû, ew hebû, hîn beriya ku ez dest bi nivîsandina Kurdî bikim, li cem min bû, di tûrikê de bû. Wek rasyonalîstên din, Spinoza jî, bi armanca ku bingeheke zanistî bide kar û xebatên xwe yên felsefîk, tevgeriyabû û ev bingehaya jî matematîk bixwe bû, model ev bû, belam Spinoza, ji matematîkê bêhtir, bala xwe dabû geometriyê û di berhemên xwe de, awayê geometriyê bi kar anîbû. Ethica, hem ji hêla dirûvî û hem jî ji hêla naverokê ve, wiha ye. Ji têgihên wî yên esasî yên wek cewher, çawanî, bergeh û sedemîtîyê, min bala xwe dabû azadî û diviyatiyê, mirov çawan azad dibû û azadî çawan dihat bi dest xistin? Bo min pirs jî pirsgirêk jî ev herdu têgih bûn. Di civakeke serobinohevbûyî de mirov çibûn? Wateya hebûna wan çi bû? Ji bo çi dijiyan û ji bo dimiriyan yan jî dihatin kujtin? Ha, di vir de, min têgiheke din li awayê “Kak” Spinozayî zêde dikir, ew jî “zimên” bû û pirs jî bere bere dihatin: Aya, daxwaza azadiyê di her çandekî de mîna hev e yan na? Mirov bi kîjan zimanî daxwazê bike yan jî bi tenê bo wê daxwazê têbikoşe, dibe mirov? Îdeolojî ye yan tiştekî hundirîn e daxwaza azadiyê? Kes û kesayetiyên di romana Rojnivîska Spinozayî de, li dû vê yekê digerin. Roman, ji vê hêlê ve dişibe berhemên J.P. Sartreî, nêzîkayî li lehengên wî dike, ev jî dibetiyeke, lewre hemû lehengên min yên di romana navbirî de xwerû exîstansîyalîst in (gelo?), her yek ji wan bo azadiya xwe têdikoşin û hinek ji wan bi tenê dixwazin wateya vê yekê bi dest bixin ku heke hebe. Bi tevî bingeha wê ya felsefîk, Rojnivîska Spinoza ne romaneke felsefîk e, ev cûre roman, bi ya min di destpêka sedsala bîstan de qediya, rasttirê, têkçû. Xwîner, bi riya dewlet li sera Cîhana Sofiyê, hînî felsefeyê nebûn! Ev li hêlekê, ji hêla din de, min hewl dida ku ez vî zimanî, bêyî ku ji paşxaneya xwe ya klasîk bi dûr bikevim, bi kar bînim, tiştekî ku heya wê rojê nehatibe kirin, bikim. Û min kir jî! Min hêviya hinekan şikand û min hêviyek da hinekan. Eve çito roman e? Çito şêwe ye? Kurdî çawan têra vê vegotinê dike? De kerem bikin, rabûn, romanê û helwêsta nivîskarî dan ber tîrên rexneyên pûç û vala, bi hêviya ku Şener Özmen tiştekî din nenivîsîne!!! Li dû kêmasiyên romanê, li dû kêmasiyên zimên ketin bi carekê re, çima ku min qala rasteqîneyê nekiriye, min got “rasteqîne” ne wisa!? Mesele ev e birakê ezîz, tu statukoparêz ango pergalparêz bî, tu dê nehêlî ku tiştekî nû derbiçe û heke bi tevî hiş û bîra wan derket jî, tu dê lêxî heta ji te bê. Loma jî, ez hinekan wek wêjenûsan nabînim, dikim û nakim nabînim. Belkî jî yê kor, yê ku nabîne ez im... wek Borgesê kore... ez jî kazoxan li zilûmatê dadiçikînim, dibetiya vegerê jî heye, dibînim, xweş dibînim...
Û pirsa duwem û romana duwem, bê çima di Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî de çîrok naqede? Çima “pêşbazî” û çima “çîrok”? Ya ku naqede wek ava gola genî ye, bûye çîranok, yan jî çîroka virvirokê, yan jî goştê gê, şibandin ji we, tiştê ku lehengê romanê Sertac Karanî tevdigerîne, çarenûsa wî ya ku hinek jî dişibe Sysphosî (Sîsîfos) ye û ev nîgaşaya, di Destana Sysphosî ya Albert Camus’yî de jî, nîgaşeke bingehîn e ku jixwe tu çîrokê dizanî. Camus, bi dirêjahiya vegotinê, li dû têgeha tewşî digere, li gorî wî, Sysphos, gewretirîn lehengê neguncandî yî bêcir e û Camus baş dizane ku lehengê wî Sysphos, dê heta hetayê bi wî latê biqidoş re bijî, belam, tiştekî nû jî dibêje; ew keft û lefta ku bi tena serê xwe û berew evrazî têt meşandin, bi serê xwe têkoşînek e, loma xwekuştin ne rêya felatê ye. Heke Sertac Karan jî, mîna Helbestê ku di romana Rojnivîska Spinozayî de, dilzîz û stûxwar bûya, dê ev roman bi pêş neketa. Roman, li ser têgiha berxwedanê ava bû, di her şert û mercên ku li dijî wî ne de Sertac Karan, bi tenê bi riya guherandina paşnavê xwe tevdigere, gavên xwe li gorî saqoyê (kawdanê) davêje, bi ser dikeve yan têkdiçe, ne girîng e, mesele berxwedan e û çîroka ku li dû wî ketî jî, ne çîroka wî bixwe ye.
Û Keleh... Ez dixwazim, çend şîrove û xwendinên ku bi derçûna Kelehê reweşiyayîbi bîra xwîneran xim, yek ji wan ya birêz Umran Aranî bû ku digot;
Keleh ji ser keleheke bilind panoramayeke çîroka wêjeyê xêz dike. Panorama ye lewra ji “go”ya çîrçîrokên me yên klasîk heta “vegotina” herî nûjen coyekê dikişîne û gelek avên cuda dirijîne ser vê coyê, bi gelek metnan re dikeve têkiliyê (em dê qala van têkiliyan bikin) vê yekê jî bi teknîkeke herî nûjen dike. Lewre mirov nikare bibêje ev çîrok Kafkaesk e, realîsta efsûnî ye yan jî wêjeya ezmûnî ye, ji ber ku ev çîrok panoramayeke wisa ye ku ji gelek pêlên wêjeyî heta gelek bingehên felsefî bi hostayî dihundurîne. Nêrîneke yekalî wê nikaribe wê teswîr bike. Herwiha tiştê ku em dê li vir bibêjin jî wê ji nirxandineke heqşînas dûr be çiku ji bo nirxandineke tam ya vê çîrokê divê mirov Freud, Lacan, Deleuze û Guattarî, Ekola Frankfurtê, Zizek û belkî Baudrillard û belkî Agamben baş xwendibe. (http://www.kulturname.com/?p=4270)



Birêz Hamid Omerî jî, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Bi Derekê De Neçin / Sêwirîneke Sembolîk e Keleh”ê de, wiha amaje bi çîrokê kiribû;
Ev e edebiyata dinyayê. Ev kurteçîrok, ruhê edebiyatê ne û sertaca kurteçîrokê ne. Kurtçîroka dinyaya duyem, sêyem û çarem û ji qewlê Jîr Aslanî ve ‘li benda’ yên din bin jî! Mesele ne xirê tirtirre yê Jîr Aslanê bêqalik e, ne rûpelên kovarekê ne jî. Belkî mesele dilzîzbûna ku her ‘li bendê mayî’ ye.
Ozmen, helbet kurd e lê bi vê hunera xwe dest nîşan dike ku bes ne nivîskarê kurdan e. Bi jîrbûna xwe, bi şêwaza xwe nivîskarê şerq û xerbê ye. Navên ku xwe di malroman û malçîroka Özmenî de dibînin, bi tena serê xwe mijarên sereke ne. Û hîkayetên van karekteran ne tenê yên kurdan in, bes li kurdan jî tên. Bi van kurteçîrokan bawerî pê tê anîn ku ne bes bi serê ziman e jiyan, ev jiyan, li her derê zindî ye. Hîdeo, Ren û Akîo û navên din jî şahidên vê jiyanê ne. (http://www.kulturname.com/?p=4357)
Û her wiha birêz Hesenê Dewrêş jî, di nivîsa xwe de bêhtir li ser îmkanên peyva “go”yê rawestiyabû;
Îmkanên ku bi peyva “go” derdikevin holê, derfetine zor berfireh li pêşiya kurmanciyê  vedikin; hevokên dirêj yên ku vegotina vî zimanî ji “çanda devkî” derdixin û bi zextan tajon nav “çanda nivîskî”, li ser hisabê narratologyê (zanista vegotinê) bi pirsa “kê go?” derînî nû ku xwezaya vegotin û diyalekta kurmancî fam kiriye û bi hawayekî serkeftî ew di nava çanda bihevreaxaftina xelkê de kişf kiriye û bi beloqkirina peyvekê asasekî kûr yê ku bi teknîkên mîmariya modern her avahî dikare li ser bê lêkirin vedaye. Em dizanin ku di tevayê cîhanê de, di hemû zimanên ku wêje pê tê nivîsandin de, vegotinê şexsê yekemîn (ez) yan şexsê sêyemîn (ew) dide meşandin, lê di vegotina vê kurteçîrokê de her çiqas kesê ku dibê “go” diyar be jî (şexsê sêyemîn), ê/ên ku gotiye û wextê ku gotiye ne diyar e. An ku ne diyar e bê kê û kengî ji kesê ku dibê “go” re gotiye. Vebêjer bi peyva “go” ji alîkî de di bîra xwe tîne û ji aliyê din jî tiştên ku têne bîrê vedibêje, belê “go” him daxwazek e him jî çalakiyek e. (http://www.kulturname.com/?p=4686)
Birêz Şengul Ogur jî, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Keleha a posterîorî û a prîorî” deli ser Immanuel Kantî rawestiyabû û Kelehê wek aprîorîdest nîşan kiribû;
Ku em werin ser Keleha Şener Ozmenî em dê bibêjin ku em di derbarê vê Kelehê de bi tiştekî nizanin, em dê nikaribin sentezeke a prîorî li ser Keleha Şener Ozmenî pêk bînin. Loma ti giringî û pêdiviya pirsa ‘’kingê’’ ango zemên ji bo lehengê wî yê bi navê X.’yî nemabû. Heke em Kant bi bîr bînin- ku tişta Kant bi Rexneya Aqilê Xwerû bi xwe re anî, têgihiştineke nû ya li ser ‘’kingê’’ ango zemên bi xwe bû- heke zeman û mekan nikaribin werin têgihkirin, zanîn wê ne pêkan be. Herçiqasî Keleha Şener Ozmenî bi sertîpa navê lehengê wî yê sereke, X.’yî, Xanoyê Çengzêrîn bi bîra min bixîne jî û herçiqasî kevalê nîvcomayî yê Xanoyê Çengzêrîn yê ku di Keleha Şener Ozmenî de, Keleha Xano bi bîra me bixîne jî, ji bo ku em di derbarê Zeman û Mekanê Keleha Şener Ozmenî nizanin- loma tu giringiya pirsê ‘’kingê’’ ji bo ser-karekterê wî X.’yî nemaye, ne ew dizane bê sereke rêveberiya kelehê kî ye, çend kes lê dijîn, taybenmendiyê xwecihên kelehê yên çînî û çandî, zimanê kelehê çi ye û ne jî em dizanin.(http://www.kulturname.com/?p=4619)
Ev xwendinên han me dibin ku? Hemû diyardeyên ku di van nivîsan de ne, berê me bi ku de dikin? Ziman? Vegotin? Mêjû? Rasteqîne? Xwezî mesela me bi tenê wêje bûya?! Bes wêje!Em ne wek romannûs û çîroknûs û helbestkar û rexnegirên xelkê bê minet in, ne wek wan di rehetiyeke bêsînor de ne, her yek ji me barê çar qantiran jehr û ziqûm avêtiye pişt û dil û mejiyê xwe, ji bona ku em rê li ber siyaseta ku bi derekê de naçevekin, em wêjeyê, belê wêjeyê bi kar tînin, pozisyona me ya li hundir ev e. Gelo em çi ne? Em çi kes in? Em çi teba ne? Ne “çima” lê em “ji kê re” dinivîsin? Ma ne ji Kurdan re? Ango, ji xelkekî ku bi zimanê dayika xwe dixwînê re, ma ne wisan e? Gelo dixwînin? Naxwe çima hejmarên me tiştekî din dibêjin?




Îmad Bernas
: Vegotina çîrok û romanên te di bin reng û dengên ‘bûyîn û qewîmîn û danûsitandinên civakê û hwd’ ên di jiyanê de saz û ava dibin û li gel vê bi şêwaza vegotinê ‘pireke qahîm’ di navbera ‘zimanê rojane’ û ‘zimanê nivîskî’ de ava dike û bi vê yekê ziman hîn zelaltir dibe, belê pirs ev e; di demajoya nivîsandinê de tu li ser romanên xwe bi awayekî çawa dixebitî, ji bo te naverok girîngtir e an ziman, şêwaza vegotinê girîngtir e an wateya çîrokê, bi giştî jiyana di berhemên te de çawa ava dibe?

Şener Ozmen: Ev yeka han ji bo her nivîskarekî/ê, rasteqîneyeke ji yê/ya din cudatir dest nîşan dike. Ji ber ku her nivîskar, di demajoya nivîsandinê de, rasteqîneyeke din-ku ev ne belasebeb e-, diafirîne. Ez bixwe formalîst im, awaparêz û awasazkar im, lê ev nayête wê wateyê ku ez ji naverokê û sazkirina naverokê yên cûr be cûr sil bûme, naverok çi ye gelo? Heke ku em ji têgeha, ji qewlê Kak Dilawer Zeraqî ve ji “çemika” naverokê, tiştên ku di hundirê romanê de ne fam bikin, em ê di serê serî de têk biçin û ez naxwazim dubare, sêbare bikevim nav nîqaşên “şêwe û naverok”ê ya ku me çi xêr jê nedîye. Heke li darê dinê mabin, ji Marksîstan bipirsin bê şêwe girîng e yan naverok? Qediya çû! Em neşên bi çavên Marksîstên sedsala 19. li wêjeyê û hunerê binihêrin. Bêguman, ne bi tenê ji bo min, bo hemû nivîskarên salên 90î, ziman alaveke sereke bû, tew ez dikarim bibêjim ku bi tenê ziman û parastina wê, girîngtirîn babet bû û hîna jî, wisa ye. Aya em çi bi zimanê xwe dikin? Baş e, me îspat kir ku bi vî zimanê ku digotin û me jî digot, tiştek pê dernayê, me romanên qerase nivîsandin. Lê, em bi tu awayî neketin rojeva wêjeya cîhanê. Heke ku me bi Tirkî, bi Erebî, bi Farisî, bi İngîlîzî yan bi Elmanî, yan jî bi Frensî, binivîsanda, dê derfet zêdetir bûna ne wisan? Ango, me yê dev ji hemû tiştên ku em kirine em, berdaya... Em bi serê xwe û bi tena serê xwe ne birayê ezîz. Me ne dewlet e ne jî wezaret û ne balyozxane. Romanên ku bi zaraveya Soranî hatine û tên nivîsandin, em hîn nû dixwîninbê hemçerxên me yên Soran, tiştên çawa lê kirine. Hîn nû em bi ser berhemên Kurdên Qefqasan dibin, bê gencîneyeke çawan ji me re hiştine. Dam û dezgehên me tune nin, lên yên heyî jî, bi siyasetê bi rê ve diçin, wek li hemû deverên aloz, li Kurdistanê jî siyaset, berî estetîkê têt, belkî li Başur, ev yeka han hebekî şikesti be, nivîskarên li wir, gavek du gavan ji me pêşdetir bin, lê li wir jî, naverok, li gorî siyasetê teşe digire, dixwînim û dibînim. Li Bakur jî, bivênevêyên me henin, romannûs, danana siyasetê wek zarûretekê dîye û weha pejirandiye. Erê, bila qudsiyeta siyaseta heyî di romanên xwe de bi pêş bixin, lê vê yekê bila nekin formûleke nivîsandinê, belam weha dikin, dixwazin xwe li ber çavên xwîneran(!) şêrîn bikin. Ji hêla din jî, êrîşên ku li qudsiyetê tên kirin, dibe wêjeyeke hemçerx! Ev jî formûlek e, yan ev yan ew. Ev jî, tête wê wateyê ku civaka ku bi çanda siyaseta heyî teşe girtiye, bandoreke mezin li nivîskaran dike. Ha, di vir de hûn dikarin pirsa serbixwetiyê ji min û ji gelekan bikin bê serbixwetî bi ku ve diçe? Hûn dikarin pirsa ku J. P. Sartre derxistibû pêş, ango nivîskarê sergirêdayî û angaje, ji min bikin. Evana ne formûlên min in, ez baş dizanim ku ez di kawdaneke çawan de dijîm û dinivîsim, welatê xwe dizanim, mirovên xwe dizanim û dinasim, belengaziya wan, xizaniya wan, şervaniya wan, rûhiyeta wan... Di demajoya nivîsandinê de ez bi tu awayî pirtûkan naxwînim, guhdariya mûzîkê nakim, vexûrk venaxwim,bi xameyê û li ser kaxezan nanivîsînim, bi tenê, di lêkolîn û lêgerînên berî nivîsandinê de, çend defterên 200-300 rûpel û yên bêxêz, ji xwe re distînim û di wan defteran de dest bi sazkirina hîmên romanê dikim, wekî din, rûdinim ber kompîtûra xwe dest bi nivîsandinê dikim. Cî û war û mekan? Diçim û dibînim, heke mayîn pêdivî be, dimînim. Lehengên min ji ber ku ne leheng in (tiştekî ku ji wan re li çepikan xin nekirine), zorê didin min û mejiyê min...

Îmad Bernas
: Di berhemên te de mirov pêrgî dijberiya jin û mêrî tê, yanî di berhemên te de di navbera ‘jin û mêrî’ an jî ‘keç û kurî’ de dijberiyeke dînamîk hertim heye; di ‘Keleh’ê de di çîroka bi navê ‘Jinûmêr’ de ev dijberî pir ‘berbiçav’e û di ‘Pêjbaziya Çîrokên Neqiyayî’ de di navbera Sertac Karan û xanima wî Merasîmê de ev ‘lihevdunekirin’ mirov pêşwazî dike û di ‘Rojnivîska Spinoza’yê de jî Helbest wekî karakterekî li dijî jinê xuyan dike; gelo sedem û sebebên vê dijberiyê çi ne? Û ji vê armanc û encam çi ye?

Şener Ozmen: Ev dijberiya ku te dîye, ji jiyana rojane têt, ji bo nivîskarên me yên jinparêz, jin heya bi derekê pîroz û bimbarek in, bila derewan mekin, hemû ew helbestên ku ji bo wan afretên îdeal hatine nivîsandin, bêçûne ne, di civakeke ku hîn jin seba gelek tiştên netu tên qirqirin de, ez neşêm qudsiyeteke navlaşan biafirînim, mejî her heman mejî ye, nayê guhertin, di xwepêşandanan de jin her tim li refên pêşîn de cî digirin, ka mêrên wan, kekên wan, birakên wan li ku ne? Birêz Omer Dilsoz, ku ne şaş bim di nivîseke xwe de qala van mijaran kiribû û çendekên wekî min jî (Jan Dost, Helîm Yûsiv û hwd.) bi dijberiyê dest nîşan kiribû; siheta wî xweş, ango min wekû nivîskarekî dijj-jinê dabû nîşan dan, lê tiştekî ji bîr kiribû Omer Dilsoz, ew jî di nav de, em nivîskarên “xwerû mêr”, çiqas dikarin bibin jin? Femînîzmeke pre-modern, nostaljiyeke teraqîperwer, laîsîzmeke ku ji Kemalîzmê teşe girtiye, ha ev in taybetmendiyên me yên jinparêz! Di berhemên min de jin, jin e, mêr jî mêr e, zarok jî zarok in... Hevrê ne, kebanî ne, dayik in, her çi bin, em bi çavine mêrtije li wan dinêrin...

Îmad Bernas
: ‘Kelah’a ku ji hinek aliyên xwe ve nas tê xuyanê lê ji hinek aliyan ve jî asê û veşartiye, ‘Kelah’a ku zeman û mekanê wê nediyare; li kû  ye ev keleh? Go, Ev çi keleh e? Rexneyeke? Daxwazeke gelo,go, daxwazeke çawa?

Şener Ozmen: Keleh seranserê Kurdistanê ye...

Îmad Bernas
: Di romana te ya bi navê ‘Rojnivîska Spînoza’yê de karakter pirin û ‘jiyana romanê (çîrokên tên vegotin)’ bi pevbestineke şareza hatiye hûnandin û li derdora karakteran xweş diherike û ev pirkarekterî di ‘Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî’ de di can û ruhê karakterekî de berdewan dike û herwiha ev pirkarakterî li gor çîrokê di ‘Keleh’ê de jî dom dike, gelo çavkaniyên ‘karakteravakirin’a te çi ne? Tu karakterên xwe çawa hildibijêrî an jî çawa û li gor çi ‘çêdikî’?

Şener Ozmen:
Çavkaniyên min yên karakteravakirinê, ji çîroka karakterên ku heya roja îro di hem wêjeya cîhanê û hem jî xaseten di wêjeya Kurdî de hatine afirandin, tên, ev yek, ya duduyan, ne pêşewa ne karakterên min, ne pêxember in, her di vê civakê de ne, bi kêmasiyên xwe, bi aloziyên xwe, bi nexweşiyên xwe yên derûnî, li vir in, ez wan çendî bi xelekeke rasteqîneya efsûnî dorpêç bikim jî, ew ji xwe û ji heqîqeta xwe bi dûr nakevin...

Îmad Bernas
: Sertac Karan; Sertacê Entîke, Sertacê Evîndar, Sertacê Mazoşîst, Sertacê Erêûerê, Sertacê Neçutişt, Sertacê Obsesîf, Sertacê Qiriktehl, Sertacê Dogmatîk…: ev hinek pênas, nasnav û awirneyên serlehengê  ‘Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî’ Sertac Karanî ne, hûn dikarin qala pirkarekteriya ku li gor demê û li gor rewşa Sertac Karan ya pîsîkolojîk bi hatûçûnên şîzofrenîk di can û ruhê Sertac Karan ango Sertac Xoce de ava bûyî û qala şêwaza vê cure vegotinê bikin?
Şener Ozmen:
Min di hevpeyvînekê de gotibû ku Sertac Karan, dijj-lehengek e, paşnavê yan paşnavên wî, li gorî şert û merc û saqo û kawdanê diguhere, ev yeka han wek pêdivîyeke derdikeve pêşiyê, fenatêrtêre ango bukalemûnekî tevdigere, derûna wî jî li gor rewşa heyî tête guhertin, belê “entîke” ye, “evîndar” e, “mazoşîst” e, “erêûerê” ye, “neçutişt” e, “obsesîf” e, “qiriktehl” e, “dogmatîk” e... ev ne bi tenê nav û nûçik in, şêwejiyaneke ku di demajoyê de sazbûye û bûye bela serê wî.

Îmad Bernas
: Di navbera hunera aktuel û rexnegiriya hunerê û roman-romanûsî û çîrok-çîroknûsiyê de ‘Şener Özmenek’î çawa heye? Gelo di nav van xebatên ‘piralî’ û ‘jihevdûcuda’ de dîsîplîneke çawa heye?

Şener Ozmen: Di pêvajoyê de min dev ji rexnegiriya hunerê berda, piştî bi sedan nivîsên têkel-mijar û pirtûka “Travma ve Islahat”ê ya ku bi Tirkî der çû bû, min bêhtir û bêhtir bala xwe da afirandine hunerî ya nenivîskî, çend sal in, li ser hunera min î aktuel, tezên akademîk û yên nîv-akademîk tên kirin, ji Newyorkê bigire heya Tokyoyê, mirov heya bi Amedê tên û min dibînin, meraqdar in, dixwazin hîn bibin, bibînin bê yekî li Amedê, çawan dikare bandorê li hunera cîhanê bike. Ev yeka han di serî serî de ji bo derûdorên hunermend yan rexnegirên Tirk re tiştekî ku nayêpejirandin bû, îmana wan ji Kurdên ku li cîhanê dengdayî diçû, hîna jî ev awirtêdan ji nav wan ranebûya. Wekî din, ez van herdu dîsîplînan“jihevdûcuda” nabînim, bi hev re jî nameşin, lê sûdê ji hev digirin. Dîtbarî, bandorê li ya nivîskî dike...
supermuslim, Şener Özmen

Îmad Bernas
: Di bin siya gotina ‘edebiyat maka hemû huneran e’ de, edebiyat ji bo xebatên te yên hunerî çavkaniyeke gelo, bi ya te di navbera ‘edebiyat’ê û ‘huner’ê de danûsitandineke çawa heye?

Şener Ozmen: Danûsitandineke mêjûyî heye... Mînaka herî baş jî “William Blake” e... 


Îmad Bernas
: Tu dikarî qala hunera xwe û qala xebat û berhemên xwe yên hunerî û qala jiyana xwe ya hunerî bikî; têkiliya te ya bi hunera aktuel re çi ye û çawa ye? ‘Vegotinên Plastîk’ tê çi wateyê û têkiliya wê ya bi edebiyatê re çi ye? Û tu heya niha qonaxên hunere xwe û hunermendiya xwe çawa pênase dikî?
Şener Ozmen:
Bi kurtebirî dişêm qalê bikim; min Beşa Şêwekariyê qedand, ji bilî wê, di ber re min sê salên xwe da hunera sînema û şanoyê, min felsefe teriqand û baş bû ku min teriqand, piştî bi dehan salên bi boyaxkirina kevalan û pêşangehan derbasbûyî, di destpêka salên 90’î de min girîngî da hunerên aktuel, fotograf û vîdeo di van salan de derçûn. Min dev ji helbestnûsînê berda, her weha ji karîkatur û ji xêzeromanan jî. Têgeha “Vegotina Plastîkî”, di nav berhemên min yên hunerî de ciyekî girîng digire, di dawiya salên 90’î de û di destpêka salên 2000’an de, min çend defter çêkirin; The Story Of Tracey Emin (ÇîrokaTracey Eminê) yek ji wan bû û veçapa wê, li pêşangeheke li Mîlanoyê (Short Stories, 2001) hat kirin. Ji bilî The Story Of Tracey Eminê, min Mêrkujiya Manîfesta, Deftere Şîzo, Aqlêselîma Hunermendî Ya Berî Bi Sê Rojan, Istanbul Guide, û bi hevkariya hunermendê Amedî ya navnetewî Ehmed Ogutî re Coloring Book (Pirtûka Rengandinê) û Blood Sweeter Than Honey(Xwîn Ji Hingiv Şêrîtir e) çêkirin. Têgeha “Vegotina Plastîk”, di wan dem û dewranên ku min nivîs, wek helwêsteke hunerî derbasî hunerên aktuel kir de peyda bû, di salên 90’î de ji bilî min tu hunermendekî hemçerx defterên xwe yên ku bi ked û kespa destan hatibûn çêkirin, wek berhemeke hunerî nedixistin pêşangehan. Ji ber wê yekê ye ku ez ne ji nivîsê bi dûr ketim û ne jî ji cîhana dîtbariyê. Giştik plastîk bûn, lewre, ji mûjûya hunerê vedidizîn. Ççavine mherijî ﷽﷽﷽﷽﷽﷽﷽﷽Ççavine mherij


Îmad Bernas: Ji ber ku tu hunermendekî navnetewî yî û di qada hunera aktuel de bi nav û dengî, li derdora te ji bo nivîskariya te ya bi kurdî û li ser wêjeya kurdî çi tê gotin, rexneyên ku tu jê keyfxweş dibî û gotinên ku li ber guhê te dikevin çi ne?
Şener Ozmen:
Ma tiştê ku jê nayête fam kirin, dê çi bê gotin?

Îmad Bernas
: Belê, bi giştî, di pêşerojê de li ser hunerê û ji bo wêjeya kurdî çi projeyên we hene?
Şener Ozmen:
Roman heye, Kurdî heye, pêşangeh hene, ez heme, cîhan heye...
Kovara pênGAV hejmar 9

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder