24 Mart 2015 Salı

BERKEN BEREH: JI BO MİN HAIKU JİYAN Û RASTIYA VÊ DİNYAYÊ YE

xelk li çi mijûlin/ tu li çi mijûlî/ dîno Berkeno” li ser helbesta herî kurt a cîhanê-‘haiku’-bi yekemîn helbest-haikunûsê kurd Berken Bereh re kurte-hevpeyvînek.
Hevpeyvîn: Îmad Bernas
Berken Bereh

Haiku çi ye? Û ji bo te Haiku çi ye?
Haiku navê formeke helbestê ya japonan e ku bi berdewamiya kevneşopiyeke sedan salan kemiliye û bû ye teşeyeke resenî xweser. Haiku ji sê ristan pêk tê;her ristek ,go-shîchî-go (5-7-5)kîtene. Bi vê taybetiya xwe haiku helbesta herî kurt a li cîhanê ye. . Helbesta Japonî li ser vê helbestê ava bûye. Îro jî her sal li Japonyayê mîhrîcana haikuyan tê lidarxistin û helbestvanên haikuyan ên welatên din diçin vê mîhrîcanê. Mîna figûrên çanda Japonan ên mîna xwarina xav, geisha, kimono, harakîrî, gulaşa somo, dêlindêzên çayê, yakuza û hwd. haiku jî piştî ronesansa Japonan li gelek deverên dinyayê belav bû û bi dilşadî hate pêşvazîkirin û bandoreke ecêb li ser helbestvan û helbesthezan kir. Îro roj hema tu welatek nemaye ku helbestvanên wan ev cûre helbest neceribandine û nenivîsandine. Dîsa gellek haikuyên Japonî hatine wergerandin li zimanên din.
Gelek kes ji ber vê kurtbûn û sadeyiya wê dibêjin qey nivîsandina haikuyan pir hêsan e, lê dema xwe bera hundurê wê didin nikarin ji bin derkevin. Ger em taybetiyên haikuyê rêz bikin;
Haiku dîtin û têgihîştineke resen û sade ya xwezayê ye. Ew xwezaya bi peyvan hatiya şirovekirin. Di vê nimandin û şiroveyê de gotinên hunerane nayê bi kar anîn.Ji xwe ya haikuyê bilind û bi nirx dike jî ev vegotina ji rêzê ye. Di haikuyê de tişta herî balkêş ew e ku ya niha diqewime, bi liv e û dê bibihure biçe. Ango ya wêneya kêlikeke li ber çav ya diherike, diçe û ya piştî sekana wê kêlikê ye. Bi vegotineke din ya tê guhertin û ya divê bê guhertin bi peyvine hêsan û bervekirî raberî me dike. Bi vê wênekirinê li me dide zanîn ku ev dinya ne ebediye. Her tişt xwediyê temenekî ye, her tişt tê û diçe. Haiku ne bertekiyên me lê bi xwe re dibe sedema bertekiyan di hundurê dil û hişê însên de. Bi kurtasî nihêrtineke; ji xwezayê ber bi jiyanê. Bi vî awayî haiku hevaheng û yeksaniyekê di navbera civat, kes û xwezayê de pêk tîne.
Ji bo min haiku xweza, jiyan û rastiya vê dinyayê ye. Ez di wê de ne tenê xwe her wiha vê kosmosa pir fireh, kûr û têra xwe ji xwe dûrketî û lewitî dibînim. Ev dîtin carna bi xwe re hêz û şiyanekê dide min da ku xwe li hember hemû neçêyiyan ragirim û carna jî xwe teslîmî wê xwezaya ku me bi destê xwe-her wiha bi wê re xwe jî-lewitandiye bikim. Lê bi giştî haikû wek terazûyekê di navbera dil, hiş û rastiya cîhanê de ahengekê pêk tîne ku tevî hemû neçêyiyan jî bi aram û bi dilxweşî bijîm.
Te çawa dest bi nivîsandina Haiku'yan kir, cara pêşîn te sûd ji çi wergirt?
Min cara ewil di berhema Haiku Başo de haiku dît(1999). Wexta min haikuyên li wir xwendin wek kesê tiliya xwe dane ser ceryanê ez hilciniqîm. Tiştine ji rêzê, tiştine ku gelek caran bala mirovî nakêşe bi awayek sade û xweşik hatibû nivîsandin. Helbet wan gelek bala min kêşa û min xwest haikuyan û gelek cureyên kevnetorî û filklora me bidime ber hev. Min dît ku nêzîkayiyek heye di navbera wan de; wek mamik û gotinên ji bo wê kêlikê û demsalan. Mînak; di zaroktiya xwe de ez û çend heval em çûn diziya xiyar û tirî. Hevalê me Reşo çû bostanê û me dît dengek ji bin kizwanê hat, hema min li wir ev rist gotin; /li bin kizwanê/tê te dengê Xanê/Reşo ket bostanê, Li banê Xanê/vekir kulîlka nîsanê/Şirnexiya meclis danî. An, Rebenê/ya min dît kesî nedît/ya te da kesî neda. Ji Bohta herin cota/ji Behdîna herin kadîna, hwd. Paşê min li ser haikuyan lêkolin kir. Hema bibêje ku tu berhemek ya li ser haikuyan hatî nivîsandin nemaye ku min nexwendiye. Hê jî her li haikuyan digerim. Niha jî gelek caran bê hemd di ber xwe re dibêjim û bi tiliyên xwe kîteyan dijmêrim,ka bûn heftdeh an ne.
Bi rê ya Haiku yê te xwest di zeviya helbesta kurdî de, bi zaravayê kurmacî, çi zêde bikî? Te xwest tovekî çawa biavêjî vê zeviyê?
Wek tu jî zanî û dibînî ku helbesta kurmanci ya niha  li bakur her xwe dubare dike. Gelek helbestvanên ku ev demeke dirêje xwedî dîwan in jî deng ji kozika wan nayê. Yên di kovar û rojname û intirnêtê de tên belav kirin jî hema bibêje ku ji yek qelemê derketine. Mijar, form, newa, vegotin…her yek e. Lê divê helbesta me bi gor dem û durvê civakê her ber bi pêş ve biherike û bi gor heyama xwe, xwe ji nû ve saz bike. Gelek helbestvanên me bi çavekî xerab li klasîka kurdî û formen wê dinihêrin. Ev nêrîn ne bi dile min be jî rastiyeke wê heye. Wê formê dewra xwe qedand. Nexwe divê em rê û rêçine nû ji helbestê re peyda bikin da bikare li ber xwe bide. Birha bêtir jî ev sedemên min li jor destnîşan kir, kirin ku berê xwe bidime deverên din û li rêyeke din bigerim. Mebest û armanca min ew bû ku aso û bergeha helbesta kurmancî zelaltir, firehtir û rengîntir bibe. Em jî wek şênî ,mirovhez û xwezaparêzên vê cîhanê ji koxka xwe derbikevin û bi reng, xeml û nasnama xwe ji vê kosmosê re bibêjin merheba! Niha jî di  vî warî de dinav lêgerînê de me. Ger min karibe qet nebe ew “hiş”ê xweguhertinê danîbe ser sifra helbesta kurmancî baş e.
Te bi çi awayî xwest nêzikî Haiku'yê (ku Haiku formeke helbesta Rojhilatê Dûr e û taybetmendiyên wê pirin) bibî?
Divê di serî de şaşiyekê destnîşan û çareser bikim; haiku ne helbesta Rojhilatê Dûr, lê ya Japona ne. Ger bêm ser pirsa te; di serî de tenê ji bo meraqekê. Min xwest wê nas bikim. Piştî vê dostaniyê min xwest wek formekê daxilî helbesta kurmancî bikim. Bi her dan û standinê re têkiliyeke xurt di navbera me de pêk hat. Lew  poetîka û forma helbesta min  hem ji alî şêwaz û hem jî bi gelek taybetiyên din nêzî haikuyê ne. Helbest kurt in, peyv sade û tîrbûnekê dihewînin di xwe de. Li hêla din wêjeya me ya devkî –stran,tiştonek,aforîzma…û haiku wek du dostên dilsoz xuya dikirin. Her du netew jî di jiyana xwe de her bi xwezayê re dane û standine û di çand û kultura wan de şop û rengên vê dan û standinê baş dixweyên. Vêca min xwest giyan, hiş, raman, xewn û xiyalên kurdan bi derfeta haikuyan ji nû ve û bi çêj û tahmeke cûda birêsim û vebêjim. 
Haiku'yan çi ji te bir û çi li te û li helbesta te zêde kir, çêj û tahmeke çawa da helbesta te û Haiku dê coyeke çawa di wêjeya Kurdî de veke?
Haikuyan bê guman gelek tişt ji min birin. Hema xewa şevan. Ta demekê rûyê xwe ber bimin baneda. Nazdariya wê kir ku axaftina normal jî ji bîr bikim. Gelek dost û hevalan kenê xwe bimin dikirin.”Erê Berkeno! her tişt safî bû vêca dora hayko-maykoyan e”. Vêca li dereke ku tu nirx û qîmeta helbestê tûne ye, tu rabî û tiştine nû biceribînî. Gelek caran min ji xwe pirsiye ku “bi rastî tu dixwazî çi bikî? Va kes tu qîmetê nade haikuya te ya quzulqurt.”Heta min bo vê rewşê haykoyek lê kir; ”xelk li çi mijûlin/tu li çi mijûlî/dîno Berkeno!“
  Haiku yê tiştine hêja li min û helbesta min zede kir. Berê hemiyan kir ku bi xwe re aş bim, bi xwezayê re wek dostekê bidim û bistînim, xwe û giyanê xwe çêtir binasim. Qedr û qîmeta “kelik”ê ya jiyanê fêr bibim. Ya giringtir jî “ne mecbur im ku wek her kesî bihizirim û bijîm.” Ango wek bijîşkekî ez rehabîlite kirim.
 Di serî de kir ku nirx û buhayê wê zêdetir bibe. Ji ber çi? Lew, helbestvanên kurd wek civaka xwe her bi “em”ê axifîn, qîrîn, dan du heman xezalê, ji heman helbestê û ji heman xewnê ku hê jî bi xumame hez kirin. Aha haikuyê ew derfeta “takekesitiyê”da helbesta min. Nasname û kiraseke cûda ji min re fesiland. Helbesta min ji dîlitiya “hêma”yê –ya ku hê jî em nizanin ka ew çi ye-rizgar kir. Berê helbestê da hiş û bîreke bervekirî. Giringiya hevahengiya ritm, peyv û newayê, rûxandina kelehên tixûbparastinê ya mijar û harmoniya honandina wê li min da zanîn.
Haiku dê di helbesta kurdî de bi xwe re gelek tiştine qenc pêk bîne. Yek,giringîya resenî û xweseriya helbestvanî. Rêya xwe nasîn û cudahiya di navbera civatê, avakirina takekesiyekê, lêgerîna formine cûda ya helbestê û ya herî giring jî di navbera helbesta klasik û ya modern û devkî de bibe ahengsazkarek. Wê helbesta niha ji xew rake. Wê bike ku bi rastiya jiyanê re li hev were û bi vî awayî dev ji retorîka xiyalî berde. Wê şuna dilî hiş û bîrê daxilî helbestê bike. Wê bike ku ziman qedr û qîmet bibe. Wê ziman bi resenî û spehitiya xwe ve daxilî helbestê bibe .Ji helbesta sloganîk, evîna rijî, xewnên xiyalî, an vegotineke zuha û bê reng ,helbesta zimanî bi xwe pêk were. Wê helbest bi derfeta haikuyê dakeve qada gel. Wê rêya xwendin û têgihîştinên cûda veke. Ma tişta me ji helbestê daxwaz dikin ne ev in?
Bi qasî ku em pê dizanin têgeha Haiku yê di helbesta kurdî de têgeheke nû ye û em dizanin ku ev cure di helbesta kurdî de bi cenabê te dest pê kiriye. Li gorî te Haiku çiqas li bejn û bala zimanê kurdî tê, Haiku û helbesta kurdî bi çi awayî û çiqas nêzikî hev in?
Helbesta kurdî û haiku ne dûrî hev in. Ger em helbesta klasik deynin aliyekî em dibînin ku ji beriya sedan salan ta niha di helbesta devkî de tiştine nêzî haikuyê hatine afirandin û vegotin. Wek ku min li jor jî destnîşan kir mamik, heyranok, gotinên li ser demsalan, yên li ser kêlikên jiyanê mînakine baş in bo haikuyan. Ji hêla zimên ve çendîn pirsgirêkên mezin hebin jî-zimanê japonî ne pirkîte ne û her kîte bi tîpên dengdar diqedin-wek zimanên hind-ewropî bi kurmancî jî dikarin haikuyên delal werine nivîsandin. Ji xwe li gelek welatan ne hewce ye forma (5-7-5) bê parastin. Ya bingehîn qaliba heftdeh kîteyê ye. Ez li intêrnêtê dibînim ku bi navê helbestên mobîl gelek haiku tên nivîsandin. Armanc ne ew e ku em bişibin Japonan lê em sûdê ji helbest û teşeya wan werbigirin û ji bo vegotineke xweşiktir wê bi kar bînin.

Di dawiyê de mamoste tu dixwezî çi bibêjî? Kerem bikin…
Wek gotina dawî; ez hêvîdar im ku helbestvan û helbesthezên kurd li min negirin ji ber van gotinan. Ya min lêgerînek bû,desnîşankirina form û şêwazeke cûda, ez bawer im dê gelek helbestvanên hêja haikuyên mişt kurdî binivîsînin. Hêvîdar im ku ev ezmûneya min bo geşedana haikuyên kurdî yên hêjatir bibe pêngavek. Ji ber kêmasiyan ez xwe davêjim tor û bextê seydayên haikuyên Japonan û li ber giyana wan bejna xwe ditewînim.
Kovara pênGAV, hejmar 6
Kurte Jînenîgariya Helbestvên BERKEN BEREH
Berken Bereh; di sala 1954ê li bajarê Şirnexê hatiye dinê. Yekem car helbestên wî di kovara Tîrêjê de (yekemîn kovara kurdî ye li bakur) de hatiye belavkirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de belavbûne mîna (Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen,Nûbihar hwd.) Di sala 1998-1999 de di pêşbirkên helbestê yên ji alî Komeleya Malbatên Girtî û hukumxwariyan û ji alî Kovrara Rewşenê amade kirî de bi xelatên 1. û II. hate xelat kirin. Di sala 1999 de bi navê "Kulîna Kulîlkan" kovareke internetî amade kir. Çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara internetî li bakur bû. Helbestên wî di Tv yên Kurdî, Radyoya Elmanî WDR û SBS ya Avustralya de  hatine xwendin. Çend helbestên wî  li fransa bi frensî hatine weşandin û bûne materyalên tezan. Li zanîngeha Zankoya Bilgî û çendîn Komeleyên Civakî de tevlî konferans û panêlan bû. Ji bilî navê Berken Bereh, bi navên Argeş Amedî, Serwer Botî û Mem  Bêtîr nivîs û gotar nivisîne. Hê jî di kovar û rojnameyên kurdî de nivîskariya xwe didomîne.
Berhemên Wî;
Êş– 2001,  weşanên Sî
Şagirtên Evînê -2003, weşanên Sî
Pandomîm-2006, weşanên Belkî
Şîna Helbestê-2008, weşanên Doz
Dilê Min Palgehe Ji Işqê Re(digel ên berê-şerbeta ji êgir û haiku-hemû berhem)-Weşanên Lîsê-2011
Ji Dûriyê Re, 2013, weşanên Lîs
Ji Dîwana wî(hemû berhem) bijarteyek ji hêla Şener Özmenî ve bo zimanê tirki hate wergerandin.
Dilê Min Palgehe Ji Işqê Re, hemû berhem, Lîs, 2011, Amed


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder